ADIYAMAN
Li Kahtaya navçeya Adiyamanê qezayek çêbû. Di qezayê da 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tirimbêla bi pleqeya 02 KR 669 ku şofêrê wê Mehmet Karayîgît dikir û otomobîla bi plakaya 02 KH 867 ya ku şofêrê wê Îrfan Atîk bû li ser rêya Kahta û Adiyamanê (Semsûr) hev du qelibîn.
Di qezayê de ajotvan û Alî, Îzzet û Zekî Akgun, Ebru Atîk birîndar bûn.
Tîmên Servîsa Acil a 112yan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê.