Saziyên ku sotemeniyê belav dikin bihayê benzînê 11 quriş û yê mazotê jî 6 quriş zêde kirin û sepandina biryarê jî bênavber îro dest pê kir.
Bi vê zemê ve bihayê lîtreya benzînê li Enqere û Îzmirê ji 4,33 lîreyî derket 4,44 lîreyî û li Stenbolê jî lîtreya benzîna ku bi 4,29-4,30 lîreyî dihat firotin derket 4,40-4,41 lîreyî.
Li Enqereyê mazota ku lîtreya wê bi 3,88-3,90 lîreyî dihat firotin biha bû û bihayê lîtreyê derket 3,95-3,96 lîreyî.
Lîtreya mazotê li Îzmirê jî ji 3,81-3,83 lîreyî derket 3,88-3,89 lîreyî û bihaya mazotê li Stenbolê jî beriya zemê bi 3,80-3,81 lîreyî dihat firotin û piştî ku 6 quriş zem hat ser mazotê niha lîtreya wê bi 3,86-3,87 lîreyî dê bê firotin.
Duh jî 10 quriş zem hatibû ser mazotê û bi vê zema dawîn di nav du rojan de mazot 16 quriş zêde bû.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere dikin di nav sazî û bajaran de ji ber reqabet û serbestiyê dibe ku çend quriş ferq bike.