Canan Tükelay
11 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2024
Li Afyonkarahîsarê di saet 06.24an da bi mezinahiya 4,4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), erdhej 6,99 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Waliya Afyonkarahîsarê Kubra Guran Yigitbaşiyê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Piştî erdhejê hemû saziyên me yên têkildar xebatên xwe didomînin. Li gorî kontrolên AFAD û saziyên têkildar ên qadê, rewşeke neyînî tuneye. Ji bo welatiyên me bira derbasî be."