Li Ankarayê endamên HDPyê û endamên saziyên civakî yên sivîl (SCS) pîrozbahiya newrozê li dar xistin.
Endamên HDP û SCSyên curbicur li Sihhiyeyê kom bûn û heta Diryana Kolejê meşiyan. Kom ji cihên kontrolê yên hêzên ewlehiyê re derbas bûn û ketin qada mitîngê. Koman agirê newrozê vêxistin, stran gotin, govend girtin û newroz pîroz kirin.
Komê pankartên kurdî vekirin û dirûşme berz kirin. Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken li ser navê komê axivî û diyar kir ku digel her cure nêrînên dijber newroz li tevahiya welêt bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Balûken qal kir ku duh bi milyonan mirov ji bo ku guh bidin peyama ku dê azadî, demokrasî û aştiyê bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn, li Diyarbekirê kom bûn. Balûken polîtîkayên HDPyê yên der barê Pêvajoya Çareseriyê de qise kir. Balûken destnîşan kir ku divê di tetbîqkirina 10 madeyên demokratîk ên ku li Qesra Dolmabahçeyê hatin îlankirin de, pêş ketin çêbe. Balûken îdia kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî peyama ku duh li Diyarbekirê hat eşkerekirin, fehm nekirin. Balûken got hema bêje Erdogan û Bahçelî bi heman hevokan diaxivin.
Piştî pîrozbahiyê hin rêyên ku ji trafîkê re hatibûn girtin, hatin vekirin.