19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
BATMAN
Li Batmanê hêzên ewlehiyê midaxeleyî koma ku xwest bêdestûr bimeşe, kir.
Koma ku Parlementera Batmanê ya HDPyê Ayşe Acara Başaran jî di nav da ye, li ber Şaredariya Batmanê civiya. Komê ji bo ku li hin deran qedexeya derketina derva heye û li dijî endamên rêxistina terorê operasyon tên kirin, xwest bimeşe.
Kom digel hişyariya hêzên ewlehiyê belav nebû û bi kevir û fişekan êrîş kir û hêzên ewlehiyê jî bi xaz û ava tazyîq midaxeleyî komê kir.
Kesên di komê di nav kuçe û kolanan da belav bûn û li kolana Gulistanê jî camên gelek dikanan hatin xwarê.
Hin çalakvan di midaxeleyê da hatin binçavkirin.