19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
ANKARA
Operasyona ku hêzên ewlehiyê li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz bi rê ve dibin bênavber didome. Rêxistina terorê ya ku gel jî piştgiriyê nadê qurifiye û di xeberdanên wan ên ji ser bêtêlê dikin de derket holê ku dixwazin çalakiyên xwe li ser hedefên sivîl, dibistan, xanî û nexweşxaneyan zêde bikin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan ji ber operasyonên hêzên ewlehiyê yên ku li Cizîr û Silopiyê rêxistina terorê gelek zirar dît û ji ber vê jî ji serkêşên rêxistina terorê Murat Karayilan ji endamên rêxistinê xwest ku bila dibistan, xanî û nexweşxaneyan bi erdê ve bikin yek.
Di xeberdanên ku endamên rêxistinê ji ser bêtêlê bi hev re dikirin de xuya dike qurifîne û ji ber vê jî hewl didin ku dibistan, navendên çandê, avahiyên şaredariyê û saziyên dewletê hilweşînin.
Tê gotin ku endamên rêxistinê bi zirardayîna nexweşxane, dermanxane û mizgeft û derên din ve dixwazin welatî bertekê nîşanî operasyonan bidin û bi vî awayî rê li ber hêzên ewlehiyê bigirin.
Bi destpêkirina operasyonan hêzên ewlehiyê li nexweşxane û navendên tendûristiyê tewdîrên ewlehiyê hildan û endamên rêxistinê jî ji vê yekê aciz in û ew der ji xwe re kirine hedef.
Endamên rêxitina terorê bi çekên lûledirêj û roketan ve êrîşî ser nexweşxane û navendên tendûristiyê dikin, xebatkarên li wê derê dixebitin ditirsînin, nahêlin welatiyên nexweş bên tedawîkirin û dixwazin berpirsê vê yekê jî dewletê nîşan bidin.
- Telîmata Karayilan a 'xanî, dibistan û nexweşxaneyan' bi erdê ve bikin yek
Operasyona ku hêzên ewlehiyê li Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz bi rê ve dibin di nav xeberdanên endamên rêxistina terorê ku gel jî piştgiriyê nade wan de, cih girt.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan ji serkêşên rêxistina terorê Murat Karayilan telîmad da endamên rêxistinê û got: "Êdî hatiye fehmkirin ku gel li aliyê me cih nagire û piştgiriyê dide eskeran. Dilê we bi wan neşewite, nexapin, bi aqil tevbigerin û cihêtiyê nekin navê. Dibistan, xanî û nexweşxaneyan bi erdê ve bikin yek. Nehêlin ku ambûlans ji cihê xwe bilivitin, gule berdinê."
Di axaftinên ku endamên rêxistinê ji ser bêtêlan kirine de jî xuya dike ku ji bo bicihanîna telîmatê hewl hatiye dayîn, lê endamên rêxistinê bi ser neketine.