Şahin Seçen
01 Îlon 2025•Rojanekirin: 02 Îlon 2025
Li Batmanê welatiyan êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xeze û Yêmenê protesto kirin.
Bi pêşengiya saziyên civaka sivîl welatî li Kuliyeya Necat Nasiroglu civiyan û ji bo kesên ku li Xeze û Yêmenê di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin, nimêja cinaze ya xiyabî kir.
Welatiyan timî tekbîr anîn, li dijî Îsraîlê duruşme berz kirin.
Serokê Şaxa Batmanê ya Komeleya Anadolu Gençlîkê Muhammed Habîb Durmaz li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku ew êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeze û Yêmenê şermezar dikin.
Durmaz diyar kir ku êrîş ne li dijî Xeze û Yêmenê, li dijî hemû umeta Îslamê tê kirin.