Türkan Tosun
26 Adar 2019•Rojanekirin: 26 Adar 2019
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê keştiya fîber a koçberên bêdestûr ên ji bo ku dereqanûnî herin Midîlliya Girava Yewnanistanê lê sîwar bûbûn binav bû. 3 jin û dergûşek bi tevahî 4 kes mirin
Komeke koçberên bêdestûr yên dixwestin herin Girava Midîlliyê ji taxa Kadirgayê ya Ayvacikê derketin Behra Egeyê.

Keştiya ku tê da ji Îran û Efxanistanê 15 kes habûn piştî demekê ji ber sedemeke hê nehatiye diyarkirin binav bû.
Tîmên ewlehiya qeraxê yên derketibûn dewriyeyê bûyer dîtin û çûn alîkariya wan.
Di keştiyê da 3 jin û zarokek cesedê 4 kesan hat dîtin, kesek jî winda ye.
Tîman 10 kesên sax hatin xilaskirin jî rakirin nexweşxaneyên li Ayvacik û Edremîta navçeya Balikesîrê.