Barış Gündoğan
10 Tebax 2023•Rojanekirin: 11 Tebax 2023
Wezîrê Karên Derva Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Beytşebaba navçeya Şirnexê 2 terorîst hatin berterefkirin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê û Fermandariya Alaya Qomandoyan a Cendirmeyan a Beytşebabê bi hev ra Operasyona Cendirmeyê Şehîd Yusuf Aktan, li dar xistin.
Yerlîkaya got ku Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan a Şirnexê û Fermandariya Qolordiya Asayîşê pêşengiya operasyonê kirin.
Yerlîkaya diyar kir ku firokeyên şer, balafirên şer û SÎHAyan jî piştgirî dan operasyonê û 2 terorîst hatin berterefkirin.
Yerlîkaya wiha dewam kir: "Ez qehremanên me yên ku operasyonê kirin, pîroz dikim. Heta terorîstê dawîn jî bê berterefkirin têkoşîna me wê dewam bike."
Wezîr Yerlîkaya dîmenên operasyonê jî parve kir.