Zafer Fatih Beyaz
29 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2023
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li Uludereya navçeya Şirnexê 5 terorîst hatin berterefkirin.
Yerlîkaya di daxuyaniya weşand da got ku di encama xebatên îstixbaratî ya hêzên ewlehiyê da hat tespîtkirin ku li navçeya Uludereyê komeke terorîst heye û li ser vê operasyon hat kirin.
Wezîr Yerlîkaya destnîşan kir ku ekîbên girêdayî hêzên cendirme yên hewayî û bejayî yên li navend û navçeyê dest bi operasyonê kirin û di encamê da 5 terorîst hatin berterefkirin.
Yerlîkaya got ku operasyon dewam dike û têkoşîna li dijî terorê wê bênavber bidome.