İbrahim Yaldız
16 Nîsan 2023•Rojanekirin: 17 Nîsan 2023
Li Tetwana navçeya Bidlîsê 70 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê yên ku bi rêyên dereqanûnî ketin welêt hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr xebatên xwe yên ji bo pêşîlêgirtina qaçaxçîtiya koçberan didomînin.
Di vê çarçoveyê da di 14ê nîsanê da li tanga gundê Daldayê ya naçveya Tetwanê di dema fealiyeta dewriyeyê da di wesayîtekî da 24 li heman herêmê 46 jî jê peya 70 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê hatin qefaltin.
Der barê bûyerê da ajokarê wesayîtê C.S hat binçavkirin.
Hat ragihandin miameleyên dersînorkirina 70 koçberên bêdestûr ên hatin qefaltin dê ji hêla Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr va bê kirin.