22 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
BRUKSEL
Li Balafirgeha Zavetem a Brukselê du teqîn çêbûn.
Li balafirgehê dûman radibe û sedemên teqînan hê nayê zanîn.
Çapemeniya Belçikayê destnîşan dike birîndar hene.
Piştî ku li beşa rêwiyên ku diçin teqîn çêbû gelek ambulans şandin balafirgehê.
Radyoya Belçikayê: Li Brukselê da 11 kes mirin
Radyoya Belçikayê ragihand ku di teqîna li Balafirgeha Zaventemê ya li Brukselê da 11 kes mirin.
Berdevkê balafirgehê Anke Fransen diyar kir ku du teqîn li salona rêwiyan çêbû û di teqînê da gelek kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê midaxeleyî birîndaran kirin.
Saziya weşanê ya RTBFyê jî destnîşan kir ku piştî teqînê balafirgeh hat valakirin.
Piştî teqîna li balafirgeha Brukselê, li giştiyê Belçîkayê rêjeya alarma ewlehiyê derxistin asta herî bilind 4an.
Hat ragihandin ku li rawestgeha metroyê ya Maelbeekê ku li navenda Brukselê ye, di teqîna sêyemîn da birîndarên li ciyê bûyerê hatin derxistin.
Piştî du teqîn li balafirgeha Bruksela paytextê Belçîkayê çêbûn, teqîneke din jî li rawestgeha metroyê ya Maelbeekê çêbû.