22 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
ÎSTANBUL
Li Stenbolê operasyon birin ser şikbarên ku bazirganiya hişbirê dikin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê ya Midûriyeta Bajêr bi piştgiriya polêsên tevgera taybet û firokeya polêsan va ji bo derdestkirina bazirganên hişbirê li Esenyurt û Buyukçekmeceyê di ser hin navnîşanên ku hatibûn eşkerekirin da girtin.
Di operasyonê da şikbar hatin binçavkirin û polês li navnîşanan geriyan. Di dema operasyonan da firokeyên polêsan jî ji hewayê piştgirî dan.
Di operasyonan da hinek hişbir, pereyê ku ji firotinê hatiye qezenckirin hat girtin. Şikbarên ku hatin binçavkirin ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê.