Büşra Nur Yılmaz,Kazım Bulut
02 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2025
Hat ragihandin ku piştî erdheja bi mezinahiya 4,3yê ya ku di saet 13.57an da li Gemlika navçeya Bursayê çêbû, tu rewşeke neyênî nehat tesbîtkirin.
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) navend Gemlik, bi mezinahiya 4,3yê erdhejek hat tomarkirin.
Erdheja ku li parêzgehên derdorê jî hest pê hat kirin, bi qasî 12,91 kîlometroyan di kûrahiyê da çêbû.
Di daxuyaniya Walîtiya Bursayê da hat ragihandin ku derbarê erdhejê da tu rewşeke neyênî nehatiye tesbîtkirin.
Li Gemlikê duh di saet 11:47an da bi mezinahiya 3,9ê, di saet 12,57an da jî bi mezinahiya 4,2yê erdhej çêbûbûn.