06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
BURSA Li Bursayê di operasyona FETO û PDYyê de 11 kesên ku ji ber hinceta 'mirovên xwe di mewqiyên dewletê de bixin kar komele avakirin' hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê kirin.
Tîmên Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê 3 roj berê di komeleyekê de operasyon kirin û 11 kes ji ber ku mirovan ji FETO û PYDyê re dibînin hatin binçavkirin. Şikbar S.K, R.B, O.T, B.G, H.Ç, T.B, Z.D, T.A, H.T, A.E, B.E yên ku hatin binçavkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Muradiyeyê. Piştî kontrola tenduristiyê tîman şikbar birin Dadgeha Bursayê.
Tîman tespît kiribû ku rêvebirên komeleyê xwendekarên ku di dibistanên taybet, dersxane û zanîngehên taybet yên ku girêdayî rêxistina dewleta paralel (PDY) de dixwînin kifş dikin û kurtejiyana wan di hewzekî de berhev dikin ku paşê ew xizmetê ji FETO ra bikin.
Bi xebateke 4 mehan jê yek rêvebirê komeleyê yek jî xebatkarê komeleyê 11 kes hatibûn binçavkirin. Di operasyonê de kurtejiyana 10 hezar kesî hatibû dîtin. Hatibû îdiakirin ku rêvebirên komeleyê bi van kesan re mulaqat kirine û tespît kirine ku ev kes dikarin ji bo FETO bixebitin.