06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
LONDRA
Teşkîlata Polêsan a Londrayê daxuyand ku êrîşa bikêr a li îstasyona metroyeke ku rojhilatê bajêr qewimîbû, wek êrîşeke "bûyera terorê" tê nirxandin.
Midûrê Yekîneya Têkoşîna Bi Terorê yê Scontlandyardê yê Teşkîlata Polêsên Londrayê Richard Walton got: "Em vê bûyere wekî bûyereke terorê dibînin. Bila gelê me sakin, lê hişyar û bi tevdîr be."
Walton got ku tehdîda terorê li welêt di asta herî bilind de ye û wiha dewam kir: "Ev jî nîşan dide ku ev bûyereke terorê ye."
Li gor daxuyaniya polêsan kesên ku di êrîşê de birîndar bûne 3ê ne. Di daxuyaniyê de dîsa hat gotin ku 3 kes birîndar in, kesekî ku giran birîndar bûbû jî rewşa wî baş e.