Rıdvan Korkulutaş,Metin Dere
16 Sibat 2025•Rojanekirin: 16 Sibat 2025
Li Yedîsuya navçeya Bîngolê bi mezinahiya 4,8an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Bilez û Afatê (AFAD), di saet 02.24an da navend Yedîsu bi mezinahiya 4,8an erdhej çêbû.
Hat ragihandin ku erdhej 12,79 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Di daxuyaniya Walîtiya Bîngolê da hat diyarkirin ku di lêkolînên ewil ên ku li tevahiya bajêr hatin kirin da hat tespîtkirin ku ji ber erdhejê zirara can û mal çênebûye û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Derbasî be Bîngol. Xwedê miletê me ji her cure afatan biparêze."