BÎNGOL
Li Bîngolê doza ku li ser îdiaya destdirêjî li E.Aya16 salî hatiye kirin hatibû vekirin, dewam kir. 8 bersûcên ku çawîşên pispor bûn û ji kar hatine dûrxistin ji vê dozê tên darizandin.
Di darizandina duyemîn a ku li Dadgeha Cezayê ya Giran a Bîngolê hat kirin de parêzerên M.T, Y.A, Î.Y, M.K, S.K, H.Y û O.G, yên ne girtî di rûniştinê de amade bûn. Muşawîrê Hiqûqê yê Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Civakî û parêzerên Baroyên Bîngol û Diyarbekirê jî dozê temaşe kirin.
Di rûniştinê de bersûc hatin guhadarî kirin û parêzerên E.Ayê ji dadgehê xwestin ku bila hemû bersûc bên girtin.
Lijneya dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir û rûniştin taloqî 18ê adara 2014an kir. Di doznameyê de ji bo 8 bersûcên ku berê çawîşên pispor bûn û ji kar hatibûn avêtin jî di navbera 10 û 32 salan de cezayê girtîbûnê tê xwestin.
Parêzera E.Ayê Canan Çakabeyê diyar kir ku biryarên dozê ne li gor dilê wan e û ji ber vê jî dê îtiraz bikin. Endamên Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) ku dozê dişopandin jî daxuyanî dan çapemeniyê û bertek nîşanî biryarê dan.