Li herêmê bi şev hewaya herî sar bi di bin sifirê de14 derece li Erzûrûmê hat pîvan.
Li gor agahiyên Midûriya Herêma 12emîn ya Meteorolojiyê, li herêma ku di bin bandora pergala fişara nizm ya ku li ser Behra Spî ya Navîn de maye, hewaya sar li herêmê bandorek neyinî li jiyanê dike.
Ji ber berf, zîpik û bayê gur li Erzûrûmê riya 48 gundan ji bo xwegihandinê hat girtin.
Bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de li Erzûrûmê 14 derece, li Agiriyê 12 derece, li Qersê 11, li Ardahanê 10, Erzîncan û Îdirê jî 4 derece hat pîvan.
Tê payîn ku hewaya herî germ ya naveroj li Erzûrûm û Agiriyê 3, li Erzîncanê 4, li îdirê 5, li Qersê 2 û li Ardahanê jî di bin sifirê de derceyek bê pîvan.
Sitûriya berfê li navenda Erzûrûmê 7 santîmetre, li Palandokenê 20, li Konakliyê 18 û li Bayraktepe Sarikamişê wekî 13 santîmetre hat pîvan.
Rayedarên ji meteorolojiyê bal kişandin ku dibe ku dawiya hefteyê berf nebare û ji bo qeşa û sirbirînê tevdirên xwe bigirin, hişyarî dan welatiyan.
Ji hêla din ve ji ber sermaya zêde li herêmê camên kargeh û xaniyan qeşa girt.