04 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
HATAY (
Li herêma tirkmenên Bayirbucakê û Cebel Ekradê şer û pevçûna navbera rejim û mixalifan gur bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê hilda, li der û dora Burc el Kasab û Kızıldaxa Çiyayê Tirkmen û Çiyayê El Nobeya Cebel Ekradê destê sibê pevçûn derket.
Hat gotin ku pevçûn nêzî nîvro gur bûn, hêzên rejimê top û moşekan davêje herêmê û di êrîşan da kuştî û birîndar hene.
Dengê teqînên li herêmê ji navçeya Yayladagê jî tê bihîstin.
Tepê Burc el Kasab, gelek gundên tirkmenan, rêya Lazkiye û Helebê û Cebel Ekrad ji aliyê stratejiyê va girîng in. Tepe du roj ewil ketibû destê mixalifan.