15 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
HATAY
Li Sûriyê agirbesta qismî û berwext di 27ê sibatê da ket dewrê, lê li Çiyayê Tirkmen a Lazkiyeyê êrîş û pevçûn hê dewam dikin.
Hêzên Esed di 26ê sibatê êvarê li gundê Kelezê û der û dora wê êrîşê da destpêkirin û êrîşan piştî saet 00.00î jî dewam kir.
Jetên ûris ji şeva agirbestê pê va li herêmê bombe nebarandin, lê mixalif car caran êrîş kir.
Der û dora gundê Kelezê di nav 15 rojên dawî da sê caran dest guhert. Li Sarraf, Karaman û Agcabayirê pevçûn gur bûn û gelek leşker û muhîmmatên rejimê tê da çûn.
20 mirî, nêzî 70yî birîndar
Li gor agahiya ku Komeleya Tirkên Sûriyê da, li herêma Tirkmenên Bayirbucakê êrîşên rejimê bê navber dewam dikin, ji dîroka agirbestê heta niha 20 kes mirin, nêzî 70yî kes birîndar bûn.
Herêma Cebel Ekradê jî şer û pevçûn didome
Rejim ji 27ê sibatê vir va ji hewa û erdê va li herêmê dixe. Pevçûn herî zêde li gundê Kbeynî, Et Tuffahiye û Obînê zêde bûn û hin tepeyên stratejîk çend caran dest guhert, hem ji rejimê hem ji mixalifan zaiyat çêbûn.