Burak Akay,Uğur Ulu
10 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2023
Li Çiyayên Qazê li hêla navçeya Bayramiçê ya Çanakkaleyê şewat derket û ekîb hewl didin ku agir vemirînin.
Li navçeya Bayramiçê li qada daristanê ya dikeve navbera gundên Çirpilarê û Evcilerê, ji ber sedemeke hê diyar nîne, şewat derket.

Ji bo temirandina agirê ku bi tesîra bayê gur bû, peywirdar hatin agahdarkirin.
Li ser vê yekê ji hêla Midûriyeta Daristanê ya Herêma Çanakkaleyê gelek arazoz, dozer, wesayîta midaxeleya ewil, personel û her wiha ekîbên sazî û şaredariyên nêzîk bo herêmê hatin şandin.

Ekîb bi 60 arazoz, 5 wesayîtên îtfaiyeyê, 2 dozer û 300 personelî va hewl didin ku agir bitemirînin.