26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li Dêrika navçeya Mêrdînê ji ber bûyerên terorê li 8 taxan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di malpera Qaymeqamtiya Dêrikê da hat diyarkirin ku armanc ew e ku can û malên welatiyan ji bûyerên terorê yên ku li navçeyê diqewimin biparêzin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gor qanûna îdareya bajêr a bi hejmara 5442yan li taxên Cevizpinar, Kale, Kuçukpinar, Zeytînpinar, Bahçelîevler, Dax, Sogutozu û Tepebaxê roja pêncşemê ji saet 00.00î pê va hetanî saet 17.00î qedexeya derketina derva hat îlankirin, ketin û derketina ji navçeyê qedexeye."