26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
TAHRAN
Li Mescîda Silêman a bajaroka Huzîstana eyaleta Îranê erd bi lerza 5,3yan hejiya.
Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê diyar kir ku li gor saeta herêmî di saet 00.47an da erd bi lerza 5,3yan hejiya, erdhej 12 kîlometre di bin erdê da çêbû.
Navenda erdhejê 22 kîlometre dûrî Mescîda Silêmanê ye, der barê mirî, birîndar û zirarê da agahî nehatin dayîn.