19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî terorê da destê hêzên ewlekariyê ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan her tim li ser dîkê tivingan e, 24 saetan çavên wan li ser hedefan e.
Di Pêvajoya Çareseriyê da li bendê bûn ku PKKya rêxistina terorê dev ji çekan berde lê belê wan şerê li ciyê anîn navenda navçe û bajaran. Hêzên ewlekariyê dijî endamên rêxistinê bi baldarî xebatên xwe didomînin.
Ji çar aliyên Tirkiyeyê polês û leşker hatin û tevlî operayonên ku ji bo rakirina barîqatan û sergirtina hendekan û îmhekirina teqemeniyan tê kirin bûn.
Ji bo ku di operasyonan da sivîl zirarê nebînin di 11ê berfanbarê da li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û li Kolana Gaziyê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin, ekîba AAyê dîmenên hêzên ewlekariyê yên ku di operasyonan da wezîfeyê dikin kişandin.
Ekîbên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr bê navber têkoşîna dijî teror didomînin.
Hêzên ewlekariyê yên ku di kozikên qasî qeremetreyekê da disekinin demildest bersivê didin êrîşên terorîstan yên bi rokêtavêj, tiving û teqemeniyan.
Ji bo parastina can û malê welatiyan li gor Qanûna bi hejmara 5442yan di 4 mehan da li 11 navçeyên Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnexê 40 carî qedexeya derketina derva hat îlankirin. Di qedexeyan da ji 200î zêdetir terorîst hatin kuştin.
Hêzên ewlekariyê hin caran ji bo ku xwe germ bikin çayê dem dikin.