DIYARBAKIR
Li navçeya Lîceya Diyarbekirê ev 2 roj e operasyon tê kirin, di operasyonê de derbeyeke mezin li tacirên madeyên hişbir hat xistin. Li ser talîmata Serdozgeriya Diyarbekirê di bin birêveberiya Serdariya Cendermeya Herêmê de li Çoltara gundê Siginakê operasyon hat lidarxistin.
Operasyon sibehê li ser 240 donimî zû dest pê kir û di encamê de 2 hezar û 400 kokên kinfê hatin îmhakirin. Ji bilî vê 50 kîlo esrara tozê jî hat bidestxistin.
Ji bo girtina çar kesên ku kinf çandine, xebat û lêpirsîn hat destpêkirin.
Waliyê Diyarbekrê Cahît Kiraç, duh encama operasyonên li ser madeyên hişbir eşkere kiribû ku bi bihayê milyonek û nîv lîrayî 20 ton esrara gir, 3 ton û 425 kîlo esrara hûr û 15 milyon kokên kinfê hatine bidestxistin.