ŞANLIURFA
Li navçeya Ceylanpinara Şanlıurfaya ku li ser sînorê Sûriyê ye ciwanekî ji serê xwe derbeya guleyeke nediyar xwaribû û giran birîndar bûbû. Ji bo ku tedawiya wî ciwanî saxlem û temam be şandin Ankarayê.
Mehmet Gunduz (16) du roj ewil li taxa Mehmet Akîf Ersoy û di sikaka 164emîn de dema ku li mala xwe televiyon temaşe dikir, guleyek hat li serê wî ket. Mehmet biribûne serwîsa tedawiya giran ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê. Gunduz li nexweşxaneyê di bin tedawiyê de bû, lê Wezareta Tendurustiyê ew bi balafirambûlansê sewqî Ankarayê kir.
Tedawiya Gunduz dê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Hacetepeyê di beşa Cerahiya Mêjû û Sinirê de bê kirin.
Di vê navberê de peywirdarên taybet yên ewlehiya Zanîngeha Hacetepeyê destûr nedan ku endamên çapemeniyê dîmen bigirin.