Li Diyarbekirê amadehiyên ji bo serdana Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan ku dê di 16-17ê mijadarê de bê kirin, didomin.
Ji bo bernameya Serokwezîr a dê di 16 mijdarê de dest pê bike û 2 roj dewam bike, li Diyarbekirê amadehî didomin. Li ser bîllboardan bi tirkî, di rojnameyên herêmî û pankartan de jî bi tirkî, kurdî û zazakî îlan tên dayin û hatina Erdogan tê ragihandin.
Di rojnameyên herêmî de îlanên wek "Em Sermîmarê Pêvajoya Çareseriyê Hembêz Dikin" hatin dayin û di îlanan de tîpên "W û X" ku bi besteka demokratîkbûnê qedexeya wan hat rakirin, hatin bikaranîn.
Li Xaçerêya Kantarê ya lê vekirina komî dê bê kirin amadehî dewam dikin. Di çarçoveya bernameyê de dê vekirina 300 tesîsan bê kirin û mehra 360 kesan bê birîn. Dê di dawetê de jî Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises bi hev re stranan bêjin.
Serokwezîr Erdogan dê di heman rojê de bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesût Barzanî re hevdîtinê bike. Erdogan dê bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl û rihspiyên herêmê re jî hevdîtinan bike.
-300 tesîsên nû tên vekirin
Serokbajarê AK Partiyê Aydin Altaç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku dê Serokwezîr 300 tesîsên ku bi kattirilyonekê hatin çêkirin veke.
Altaç got ku mitîng dê li Xaçerêya Kantarê ya ku lê 8 pir hatin çêkirin bê kirin û wiha dewam kir: "Dê bi tevahî 12 xaçerêyên bi pir bên çêkirin. Her sêyên mayî dê di sala pêşiya me de bên çêkirin. Serokwezîr dê piştî vekirina komî beşdarî daweta li Hêwana Dawetê ya Kaplan Cityyê bibe. Piştî dawetê Birêz Serokwezîr dê bi Serokê HKIFê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike. Serokwezîr dê roja 2emîn beşdarî vekirinên komî yên li navçeyên Bismil û Erganiyê bibe û di mîtîngan de bangî gel bike."
-Serokwezîr dê cara ewil li Diyarbekirê bimîne
Altaç got ku Serokwezîr piştî hilbijartinan ev cara ewil e ku dê bişev li Diyarbekirê bimîne.
Altaç diyar kir ku dê Serokwezîr bi serokên saziyên sivîl ên civakî û rihspiyên herêmê re hevdîtinan bike û dê li ser pêvajoya çareseriyê biaxivin û wiha dewam kir: "Di civînê de dê him li ser meseleyên navxweyî him jî yên derve rawestin. Em geşedanên gelek baş li herêmê dibînin, lewra bi pêvajoya çareseriyê herêm geş bû. Serokwezîr dê ji serokên saziyên sivîl ên civakî re pêvajoyê çareseriyê vebêje."