Bi saya pêvajoya çareseriyê li welêt aramî çêbû û êdî dengê çek û tifingan nayê. Şivan dil rihet û bi aramî heywanên xwe dibin zozanan. Bi hatina zivistanê re şivanên ku ev 8 meh in ku derketibûn zozanan dest bi vegerê kirin.
Bi pêvajoya çareseriyê ya ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan da dest pê kirin, li Rojhilat û Başûrê Rojhilat êdî dengê çekan û xeberên pevçûnan nayê. Gelê herêmê dilrihet û bi aramî dijî. Li herêmên ku bi salan e wek herêmên xetere û talûkeyê dihatin nasîn, ev cara ewil e ku havîn û payiz wiha bi aramî derbas dibin.
Şivanên ku ev 8 meh in heywan biribûn zozanan jî dest bi vegerê kirin.
Şivanên ku 8 meh li zozanan jiyan, şîva xwe li ser kuçikên kevir çêkirin, çaya xwe li ser van kuçikan dem kirin. Şivanên ku piştî 30 salên dawî yên şer, ev cara ewil e ku ewqas rihet derketin zozanan û vegeriyan dixwazin pêvajo dewam bike.
Sabrî Înalê ku ev 38 sal in li Wanê debara xwe bi şivantiyê dike, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew, biharê derdikevin zozanan û bi destpêkirina sermayê jî hêdî hêdî vedigerin. Înal got ku bi şev û roj, ji bo zirar negihije heywanan dixebitin û wiha dewam kir: "Ez bi şivantiyê debara mala xwe dikim. Ji ber sermayê em nikarin rakevin. Bi taybetî piştî berfa ku li cihên bilind ket, serma zêdetir bû. Piştî sermayê gur jî li herêmê zêde bûn û niha em hêdî hêdî ber bi jêr ve dadikevin."
- Xewna şivan
Înal got ku bi saya pêvajoya çareseriyê av li agirê şerê ev 30 sal bû dewam dikir, hat kirin. Înal got ku wî Serokwezîr di xewna xwe de dîtiye û wiha dewam kir: "Ez spasiyên xwe pêşkêşî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dikim. Min demekê berê Serokwezîr di xewna xwe de dît. Serokwezîr di nav qelebalixekê de bû û ez çûme bal, min pê re demeke dirêj sohbet kir. Min jê re got 'Birêz Serokwezîr ji bo şivanan jî çareseriyek divê bê dîtin, bila sîgortaya me çê bikin.' Wî jî ji min re got, 'Tu qet meraq neke, niha ji bo we tiştek tuneye lê jibo we jî em dê bestekekê amade bikin.' Ez di xewnê de kêfxweş bûm."