Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê çalakiya "Beza Newrozê" li dar xist.
Midûriya Şaxa Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Sosyal ya Şaredariya Mezin cara duyemîn e ku çalakiya bezê li dar dixe. Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanak, xwendekar û werzişkar beşdarî bezê bûn.
Li navçeya Sûrê, li ber Birca Bizinê dest bi revê kirin û heta ber parka Sumerê hatin. Kûpa dan sê werzişkarên ewil ên ku di bezê de bi ser ketin.
Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanakê got ku xebata Newrozê îro dest pê kir û wiha dewam kir: "Li ser vê erdnîgariyê der heqê newrozê de hem bîranînên me yên xweş û hem jî nexweş hene. Newroz coşa biharekê nîşan dide."