Mehmet Sıddık Kaya
23 Hezîran 2024•Rojanekirin: 27 Hezîran 2024
Li Yenîşehira navçeya navend a Diyarbekirê bi çekan şer kirin û 4 kes birîndar bûn.
Di kuçeya 7emîn a Alî Emîrî da du grûb ji ber mijara dayîn û standinê bezîn hev û bi çekan şer kirin.
Di şer da S.Y, H.Y, F.T. û R.Tyê ku ji rê ra derbas dibû, birîndar bûn.
Li ser êxbara kesên derdorê ambulans û polês sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Polês der barê bûyerê da lêpirsînê didomîne.