22 Adar 2019•Rojanekirin: 23 Adar 2019
Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da sîlah û cebilxaneya binaxkirî hat dîtin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr bi gundparêz û tîmên qomandoyan ra di 19ê adarê da li çil û çiyayên Sîlvan, Hezro û Qulpê operasyon birin ser PKKya rêxistina terorê û operasyon îro hat temamkirin.

Di operasyonê da 4 sitargehên hatin tesbîtkirin û kozikek hatin berterefkirin.
Li sitargehan û di teqîbatê da 2 keleşkof, 3 jajor, 220 fîşeng, 4 fîşengên teqandî, cebilxaneya roketavêjê, 2 tup, gelek kinc û amûrên jiyanê hatin girtin.
Li herêma operasyonê nasnameya 174 kesan hat kontrolkirin, li 36 wesayîtan geriyan, teblîxata eskeriyê dan 4 kesan û serbest berdan.