23 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
DIYARBEKIR
Li Diyarbekirê di êrîşa çekdarî ya dijî wesayîtekê da 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, duh di navbera Sedat Yakutê karmendê Nexweşxaneya Selaheddin Eyyubî û M.K yê ku li ser rêya nexweşxaneyê bufeyekê dixebitîne, bi sedemeke ku nayê zanîn nîqaş derket û bi midaxeleya esnafên derdorê nîqaş nebû pevçûn.
Danê sibê otomobîla ku Ahmet Korkutata diajot û serhekîm Şenol Gedik û Sedat Yakut jî tê da bûn, li ber deriyê nexweşxaneyê ji aliyê M.Kyî ve hat gullebarankirin.
Di êrîşê da ajovan Korkutata û 3 welatiyê din, Mahmut Yilmaz, Yusuf Tosun û Bilal Yalçin ku diketin nexweşxaneyê birîndar bûn.
Nexweşxaneya Selaheddin Eyyubî dest bi dermankirina birîndaran hat kirin. Yusuf Tosun ji ber giraniya birîna wî piştî midaxeleya pêşî, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Gazi Yaşargil ra hat sewqkirin.
Polêsan ji bo girtina M.Kyî ku piştî bûyerê reviya bû, dest bi xebatê kir.