AGRI
Li gorî agahiyan li kolana Meryemanayê kesekî ku nasnameya wî nediyar bombeya dengê avêt dersxaneyekê. Bombeya dengê li kêleka dersxaneyê teqiya. Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat. Piştî teqînê camên kargehekê ya li ser rê hatin xwarê.
Polêsan piştî bûyerê li herêmê tewdirên ewlehiyê yên berfireh girt. Ji bo gumanbar bê zeftkirin li qamerayên mobeseyê tê nêrîn.