Erdogan li ser pirsa 'Di mijara dersxaneyan de hema bêje her kesî daxuyanî da, lê we tu daxuyanî nedan. Dersxane dê çawa bin?' wiha axivî:
"Berî her tiştî bersiva pirsa we ya 'Hûn heta niha çima neaxivîn?' wiha bidim; min nexwest bikevim nav polemîkên wisa û bi rastî jî li gor min ev polemîkeke gelekî ne xweş e. Ji ber ku ev mijar niha nehatiye rojevê. Ji salên 1980yî heta niha gelek birêvebirî û îqtidarên nêrînên wan cuda qala vê kirin lê tu tişt bi dest nexistin, di îqtidara me de ev mijar hat asta herî bilind. Heta min di wezîrtiya Huseyin Beg de got ku 'Huseyin Beg' divê em êdî mijara dersxaneyan çareser bikin û vê yekê wek projeyeke veguherinê ji we dixwazim. Em pêngaveke din ya reformên xwe yên ku ji dema hatina me ya îqtidarê heta niha em dikin, di vê mijarê de jî biavêjin."
- "Tu yê hem bibêjî pêşnûma, hem jî bibêjî rasera şevê"
Erdogan got ku min ev pêşnûmaya guherînê ji hemû wezîrên me yên Perwerdeya Neteweyî xwest û di vê heyama dawîn de me got êdî divê em dawiyê li vê mijarê bînin. Hevalên me jî li ser vê yekê xebatek amade kirin, helbet ev mesele hê pêşkeşê me nekiribûn, di rojnameyan de serenavên wek 'rasera şevê' hatin avêtin. Ev sernav bi rastî gelekî ne xweş bû. Rasera çi, ka çi li holê heye? Gelo pêşnûma hatiye parlementoyê? Nexêr nehatiye. Tu dê hem bibêjî pêşnûma, hem jî ji aliyê din ve bibêjî rasera şevê. Ev mijar ji sala 2003yan ve tê axaftin.
Erdogan kûpura rojnameyekê nîşan da û got ku "bo mînak ev gelekî balkêş e. Ew şexsê ku wê rojê wisa nivîsand, niha dixwaze navçitiyê bike. Niha piştgiriyê ji vir dixwazin."
Erdogan wiha axivî: "Heke armanc xizmet be em ê ji we xizmetê bigirin. Werin em van dersxaneyan bikin dibistan. Lewra sînorê me 30 xwendekar in. Em li pey qelîteyê ne. Heke 15 xwendevanên we hebin, em 15 xwendevanan bidin we. Heke em nikarin van 15 xwendevanan bidin we, maliyeta wan a salane çiqas be, em ê mesrefê wan bidin we û hûn karê xwe li wir bi rehetî bidomînin. Lê em ê rê nedin dersxaneyên qaçax, wisa di apartmanan de filan nabe. Ne heke hûn bibêjin 'Li ba me mamosteyên zêde hene' ji wê re jî temam. Heke mamosteyên we yên zêde hebin, wana dewrê me bikin, em vana beyî ku bixin îmtihaneke niviskî, tenê bi mulaqatê bigirin û di dibistanên dewletê de îstihdam bikin. Na heke hûn vê jî nexwezin çi dixwazin wê bêjin, em dikarin erse bidin we, em dikarin krediya erzan bidin we. Digel van hemû tiştan em dikarin di bacê de muafiyetê bikin, daxin, vejena erzan bidin. Lê tenê hûn werin vê yekê bikin."
"Niha hûn zarokan dibin tenê di mijara pratîka çêkirina testan de hin tiştan hînî wan dikin lê qet nabêjin ka vê zarokê ev bingeh ji ku girtiye? Zarokan bingeha xwe ji dibistanên dewletê, ji lîseyên fenî girtiye. Tu wan digirî çend mehê xwe didî wan pişt re dema ku ev zarok li Tirkiyeyê serkeftî bûn, demildest wan digirî û tîşortekê dixî ber wan û dibêjî ku me ev anîn vê astê. Dema em temaşe dikin ka li kîjan herêmê ne, encama vê yekê jî gelekî balkêş e. Îstanbûl di nav herêman de di xwendekarên lîseyê de ji sedî 9emîn de ye, Ankara ji sedî 14,5 de ye, Antalya ji sedî 16,5 de ye. Dema mirov li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê dinêre, li Wanê rêje ji sedî 5,5 e, li Hakkariyê ji sedî 6,5, li Diyarbekirê ji sedî 6,5. Niha heke em hewl bidin ku van zarokên reben derxînin televîzyonan û li ser pişta wan ji xwe re prîmê bikin, gelo çima ev zarokên reben nikarin bên van qursan, çima nikarin ji van qursan sûd wergirin? Dîsa yên ku jê sûd werdigirin zarokên malbatên dewlemend in. Hûn dibînin zarokên ku diçin van qursan jixwe ji lîseyên anadolu û fenî û kolejên gelekî girîng mezûn bûne an jî di polên dawî de ne. Bi rastî jî li vir rewşeke ku nikarin rave bikin heye."
- "Ji bo girtina hêwanên xwendinê tu xebat tuneye "
Erdogan bi bîr xist ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê di çarçoveya projeya SODESê de li 34 bajaran navendên etutê hatin avakirin û destnîşan kir ku li van navendan bêpere perwerdeyî tê dayîn. Erdogan got ku "Me faliyetên xwe yên li van 34 bajaran niha daye waqif û komeleyên hevalên xwe yên ku vê kampanyayê ji bo me birêve dibin. Projeyên xwe pêşkeşî me kirine û me jî ev navendên etutê dane wan. Ew mamoste mehaneyên xwe ji dewletê distînin, hema bêje ji çarê yek li ba wan e."
Erdogan destnîşan kir ku ya girîng ew e ku mirov xizmetê bike û wiha axivî: "Em hewl didin ku ev zarokên reben bên li wir perwerdeyê bibînin, lê digel van hewldanên me ev kampayaya ku dibêje "rasera şevê" dilê me gelekî şewitand. Tabî hin nûçeyên derew û xelet jî me xemgîn dike. Kampanyayeke wisa dimeşînin ku hat gotin 'Hemû etut, navendên xwendinê tên girtin.' Ji bo girtina hêwanên xwendinê tu xebat tuneye, tu pêşnûma jî ji bo vê yekê tuneye."
-"Heke bi dersxaneyan her kar diqede nexwe ev dibistan ji bo çi ne?"
Erdogan li ser pirsên "ji bo dersên ku li ser mufredata lîseyê hatin zêdekirin, wekî dersxaneyan di qursan de dershildan dê qedexe bibe an na? Gelo qursên Qur'anê jî dê bikeve vê çarçoveyê û perwerdeya dînî hildan dê bimezhûr bibe? wiha axivî: "Jixwe yên ku vê lîstika xerab dilîzîn vê dafikê datînin. Ev şibandineke gelek ne xweş e. Mantiqê 'Qursên Qur'anê çiqas pîroz be, dersxane jî ji bo me ew qas pîroz e' xelet e. Yên ku diçin qursên Qur'anê ji bo hînbûna Qur'anê naçin, ji bo hifzkirina Qur'anê diçin. Mijara qursên Qur'anê gelekî cuda ye, eleqa wan bi Perwerdeya Netewî re tuneye. Ew pêvajoyeke girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê ye. Muqayesekirina van herduyan xelet e, li wir bihayê qursê jî tuneye. Hemû qursên Qur'anê herwe ne, waqif hemû xizmetên wan dikin. Ez ji bo tiştekî din jî xemgîn dibim, niha 800 hezarî zêdetir mamosteyên me hene. Gotina mamosteyên me serkeftî ne, yên dewletê serkeftî nînin, ji bo van mamosteyên me neheqî ye."
Ev bi tu cemaeteke diyar re eleqedar nîne. Me di dema birêz Sezer de jî hin gav avêtin lê hatibû redkirin. Heta pêngaveke din ji Şûraya Dewletê vegeriya. Me gotibû em xwendekaran bişînin dibistanên taybet û waqifan, maliyeta wan bidin, xizmetê bikirin. Şûraya Dewletê ev red kir. Me got em valahiyên li wir dagirin, em ê ji veberhênanê xilas bibûna. Me dê avahî çêkira û xwendevanên xwe bişanda wir. Lê Şûraya Dewletê red kir. Dema me ev serlêdana xwe kir wê demê gotin ku 'Îqtidara AK Partiyê ev pêngav ji bo ku piştgiriyê bide cemeatê avêt. ' Birayên me yên ji cemeatê divê van ji bîr nekin. Em bi tu kesî re di nav têkoşînekê de nînin û naxwazin kesî bînin pêşberî xwe. Em nikarin vê perwerdeyê bidin destê komele û saziyên cemeatê jî. Esil dê vê yekê ji me bipirsin. "
- "Divê rê nedin fitnexwazan"
Serokwezîr Erdogan pirsa 'Gelo bi rastî jî hûn bi cemeata Gulen re di nav şerekî siyasî de ne an ev nîqaşeke mesûm ya ji bo dersxaneyan e?' wiha bersivand: "Em partiyeke siyasî ne. Em di vê mijarê de nakevin xeletiyeke wisa ku ji xwe re dijminan çêkin. Hê di ser de jî bi birayên xwe yên ku me gelek pirsgirêk bi hev re çareser kirine re, em nakevin di nav tu dabeşiyên wiha. Li vir fitnexwaz hene, divê rê nedin fitnexwazan. Kî derfet dabe van fitneyan an jî di nav van bûyeran de cî girtibe dê bedelê vê yekê bide. An li vê dinyayê an jî dinya din. Ya ku dikeve li ser milên me tenê ew e ku em her kesî himbêz bikin, bikin yek."
news_share_descriptionsubscription_contact
