Haydar Şahin
19 Îlon 2020•Rojanekirin: 22 Îlon 2020
Şaredariya Edremîta navçeya Wanê li dora Kanala Şamranê ya di heyama Urartuyan da hatiye avakirin û wekî endezyariya avê ya bêhempa tê qebûlkirin tura bîskîletê li dar xist.
Edremîta navçe jî beşdarî çalakiya "Aktîvîteya Fizîkî" û "Ji Bo Her Kesî Emisyona Sifir" ya Delegasyona Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê di çarçoveya "Hefteya Hereketê ya Ewropayê" da li dar dixin bû.
Îsmaîl Sayê Şaredarê Edremîtê jî bi welatiyan ra li dora Kanala Şamranê ya di heyama Urartuyan da hatiye avakirin û wekî endezyariya avê ya bêhempa tê qebûlkirin beşdarî tura bîskîletê bû û li ber dîmenên Behra Wanê 4 kîlomêtre bîskîlet ajot.

Sayê Şaredar piştî çalakiyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku di çarçoveya "Hefteya Hereketê ya Ewropayê" da çalakiya ajotina bîskîletê li dar xistin. Say destnîşan kir ku li dora Kanala Şamranê ya dîrokî cara duduyan e organîzasyona tura bîskîletê li dar dixin û wiha pê da çû:
"Em ê bi hezkiriyên bîskîletê ra çalakiyê bînin halê kevneşop. Di vê çarçoveyê da me di vê heyama nexweşiyê ya zêde derneketin derva û bê hereket man da ji bo sporê bikin û li herêmên dîrokî yên Edremîtê bigerin, qismeke wê li dora Kanala Şamranê qismeke wê li rexê Behra Wanê tura bîskîletê li dar xist."
Say ji kesên beşdarî organîzasyona bîskîletê bûn ra sipas kir.