Çalakiya "Saeta Dinyayê" cara ewil di sala 2007an de li Sîdneya bajarê Ewustralyayê ji aliyê 2 milyon kesî ve hat kirin. Ev berteka ku ji bo paqijiya derdorê wek tevgerekî dest pê kir, niha 2 milyar kes piştgiriyê dide vê çalakiyê. Avahiya NYyê û Empîre Stateya li New Yorkê, Meydana Tîmesê ya bi nav û deng û bajarê Las Vegasê jî îsal piştgirî da çalakiya ku ji aliyê Weqfa Parastina Jiyana Siruştî ya Dinyayê (WWF) ve tê lidarxistin.
Lembeyên avahiya navenda NYyê ji saet 19.00an heta 22.00an hatin girtin û avahî di tariyê de ma. Empîre State, Meydana Tîmesê û bajarê Las Vegasê jî saet di navbera 20.30-21.30an de lembeyên xwe girtin û piştgirî dan çalakiya WWFyê.
Ev çalakî bi armanca ku bala dinyayê bikşînin ser guherîna Îklîmê hat kirin.