13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
WASHINGTON
DYA digel ku di dinyayê da ew welat e ku ji bo pergala tenduristiyê herî zede pere xerc dike, lê di warê qalîteya xizmetê da li gorî welatên din ên pêşketî paş de maye.
DYA digel ku di dinyayê da xwediyê pergala tenduristiyê ya herî biha ye, lê di warê qalîte û sûdwergirtina xizmetê da di nava welatên din ên pêşketî paş de di rêza dawîn da ye. Serokê DYAyê Barack Obama 6 sal berê di pergala tenduristiyê da reformek pêk anîbû, lê aniha hê jî Komarxwaz hewl didin ku vê reforma navborî betal bikin. Ev jî dibe sedemên wan nîqaşan ku Amerîkayî mijara tenduristiyê dikin amûrê siyasetê.
Kongreya DYAyê di ceribîna 63yemîn a pêşnûmaya betalkirina "Qanûna Xizmetên Tenduristiyê yên Guncaw" a ku di nava raya giştî da wekî "Obamacare" tê zanîn qebûl kir. Ev jî dîsa bû sedem ku pergala tenduristiyê ya welat a bêkêr bikeve rojevê.
Hem biha ye hem jî bêkêr e
Lêkolîn û daneyên dezgehên ku di warê tenduristiyê da bi nav û deng in didin nîşan ku xelkê Amerîkayê di gazinda xwe da mafdar e ku pergala tenduristiyê ya welat bêkêr e.
Li gorî rapora par a Enstîtuya azad a lêkolînê Commonwealth Fund ku navenda wê li New Yorkê ye, DYA di warên mîna gihaştin, qalîte, bêkêrî û wekheviya xizmeta pergala tenduristiyê da di nava 11 welatên pêşketî da di rêza dawîn da ye.
Di lêkolîneke din a ku daneyên wê xwe dispêre yên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê û OECDyê da jî welatên din Awistralya, Kanada, Fransa, Almanya, Hollanda, Zelanda Nû, Swêd, Siwîsre û Îngiltere ne. Li gorî raporê DYA ji bo tenduristiyê salane serê merivê 8 hezar û 508 dolar pere xerc dike. Ev reqam di nava 11 welatên pêşketî da ya herî bilind e.