TUNCELÎ
Li Dêrsimê "Komxebata Elewîtiyê" ya ku ji 12 bajaran beşdarî hebû hat lidarxistin.
Komxebat li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Ciwaniyê ya Şaredariya Dêrsimê hat lidarxistin. Şaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul, Alîkarê Şaredar Îbrahîm Kasun û elewiyên ku ji Stenbol, Enqere, Îzmir, Mêrsin, Edene, Diyabekir, Ezircan, Erzirom, Adiyaman, Mûş û Elezîz hatin beşdarî komxebatê bûn.
Nurhayat Altunê axaftina vekirina komxebatê kir û wiha got: "Îro li vê derê kombûna me elewiyan tiştekê zehf bi rûmet û kêfxweş e. Hemû can serçevan ra hatin."
Altunê diyar kir ku bi hatina mêvanên elewî gelekî kêfxweş bûn û wiha pê da çû: "Xuşk û birayên ezîz, li Dêrsima ku ji bo elewiyan wek navend tê zanîn kombûna me tiştekî dîrokî ye û zehf girîng e. Ev komxebat ji bo me dîrokî ye. Ez wer bawer dikim ku em ê ji vê komxebatê quwetê hildin û ber bi pêşerojê ve bimeşin. Em endamê civakeke wisa nin ku her kes dikare xwe îfade bike û fikr û ramanên xwe bîne ziman."