ŞIRNAK
Hat ragihandin ku Musa Azmayê 25 salî yê ku di çalakiyên bi hinceta bûyerên li Cizreya navçeya Şirnexê hatin kirin da li Silopiyê birîndar bûbû, li Navenda Tipê ya Turgut Ozal ya Zanîngeha Înoniyê dihat dermankirin, mir.
Hat ragihandin ku piştî kar û barên fermî yên li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wê li Silopiyê were veşartin.
Di 27ê kanûna 2014an da komekê bi hinceta bûyerên li Cizreyê li Îpekyoliyê xwestibû rê bigire.
Komê bi kevir, ço û molotofan êrîşî polêsan kiribû û polêsan jî midaxeleyî komê kiribû. Di bûyeran da Musa Azma (25) û Mahsun Bîlen (18) birîndar bûbûn û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.
Azma piştî midaxeleyê sewqî Navenda Tipê ya Turgut Ozal ya Zanîngeha Înoniyê kiribûn.