Yusuf Koyun
01 Tebax 2023•Rojanekirin: 02 Tebax 2023
Li Edeneyê ji bo keça ciwan a di coyê avê da wenda bû were dîtin, xebata lêgerînê dan destpêkirin.
Li navçeya navendê Yuregirê li Taxa Kopruluyê kesên dîtin, keçeke ciwan ket herqa avê ya Karûbarên Avê ya Dewletê û di ro da çû, agahî dan polêsan.
Li ser vê yekê, ekîbên Amîriya Koma Binavê ya Şaxa Parastinê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê hatin sewqkirin.
Ekîban ji bo dîtina keça di avê da çû, xebata lêgerînê dan destpêkirin.
Hat diyarkirin, keça di herqê da çû şêniya heman taxê Ayşe Çetin (18) e. Xizmên Çetinê yên xeber sitandin û çûn herêma polês lêgerînê didomîne, giriyan.