Suat Öztürk
15 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2024
Li Sîvrîceya navçeya Elezîzê di saet 00.05an da bi mezinahiya 4,4an erd hejiya.
Li gor agahiya li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD) erdhej 7 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Di daxuyaniya Walîtiya Elezîzê da wiha hat gotin, "Li navçeya me ya Sîvrîceyê di saet 00.05an da bi mezinahiya 4,4an erd hejiya. Piştî erdhejê ji saet 00.16an pê va li bajarê me kesî êxbara xesarê neda xetên êxbarê yên AFAD û 112ê. Hemû yekeyên me tesîra erdhejê ji nêz va dişopînin."