Türkan Tosun
14 Sibat 2021•Rojanekirin: 15 Sibat 2021
Ji bo Erzirom û Erzincanê hişyariya bayekî xurt hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê weşand li herêmê wê hewa ewrayî be.
Tê payîn ku heta nîvro li Erziromê baran û berf bibare, germahiya hewayê jî li gor demsalê wê zêde be.
Germahiya herî kêm a şevê di bin sifirê da li Îdirê 4 pile, li Tunceliyê 3 pile, li Erzincanê pileyek, di bin sifirê da li Agiriyê 4 pile, li Erdexanê 3 pile, li Qers û Erziromê jî pileyek tê payîn. hat pîvan.
Di nav rojê da germahiya herî zêde li Îdirê 14 pile, li Tunceliyê 13 pile, li Erzincanê 11 pile, li Qersê 5 pile, li Erziromê 4 pile, Agiriyê 3 pile û li Erdexanê 2 pile tê payîn.
Qalindiya berfê ya li navendên kaşûnê li Palandokenê 97, Sariqamişê 53 û Konakliyê jî 31 santîmêtro hat pîvan.
Ji rayedar û welatiyan tê xwestin ku ji ber hewaya sar, qeşa, mij, pûk û talûkeya şepeyê bila ew bi tewdîr bin û bi baldarî tevbigerin.