05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
GAZÎANTEP
Li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê di êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê kir da leşkerek cangorî bû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, terorîstan bi tivingan êrîşî ekîbên cendirmeyan ên ku li çiyayê Amanosê derketibûn teqîbatê kirin.
Di encama guleberdanê da leşkerek birîndar bû û bi firokeyê rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çukurovayê.
Leşkerê birîndar ligel hemû midaxeleyan cangorî bû.
Piştî êrîşê li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.