Li Girtîgeha Wanê Tîpa Myê di navbera girtiyan de pevçûn çêbû û di pevçûnê de 11 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan di girtîgeha ku li taxa Îskeleyê de di navbera girtiyan de ji ber sedemeke hê ne diyar pevçûn çêbû.
Pevçûn di demeke kurt de mezin bû û di pevçûnê de 11 girtî birîndar bûn. Gardiyanan û hêzên ewlekariyê midaxele kirin û birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.
Hat ragihandin ku birîndar piştî tedawiya wan cardin birin girtîgehê.