04 Gulan 2016•Rojanekirin: 06 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li Çuxurcayê piştî êrîşa terorê ya ku tê da leşkerek cangorî bibû û 3 leşker birîndar ketibûn li gundê Çixliyê ya nêzîkî sînorê Iraqê ye operasyona di piştgiriya hêzên hewayê da tê kirin, li gund qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku qedexeya derketina derva ji îro saet 00.30yî pê va dest pê kir û hetanî femaneke din ew ê dewam bike. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Çixliya gundê Çuxurcayê nêzîkî sînor e ji bo ku pêşî li derbasbûna endamên rêxistina terorê ya ji sînor bê birîn, yên ku derbas dibin bên sekinandin, pêşî li çalakiyên dibe ku bên kirin bê birîn, herêm bi destê hêzên ewlekariyê bê paqijkirin, hizûr, pergala kamûyê û esayîş bê pêkanîn li gor xala 11/Cym ya Qanûna Îdareya bajêr a bi hejmara 5442yan li gundê Çixliyê qedexeya derketina derva hat îlankirin û qedexe îro ji saet 00.30yî pê va dest pê dike û hetanî fermaneke din ew ê dewam bike. Ketin û derketina gundê Çixliyê qedexe ye."