HAKKARÎ
Navenda ciwanan ya girêdayî Midûriyeta Xizmetên Ciwaniyê û Werzişê ya Bajêr hat vekirin.
Navenda ciwanan di xaneka li ser kolana îstiqlalê de hat vekirin. Walî Necmettîn Kalkan, Serdozgerê Komarê Mehmet Bahadir û Fermandarê Cendirmeyên Bajêr Mîralayê Biqidem Yavuz Ozfîdan navend vekirin.
Di vebûnê de Walî Kalkan axivî û got daxwaz dike ku navenda ciwaniyê ji xort û zarên Hakkariyê re bi xêr be.
Kalkan diyar kir Wezareta Ciwanî û Werziş ji bo civakîbûna xort û zaran dixebite û ev cihê ku vedikin jî ji wan xebatan e û ji bo vê jî pir dilgeş e û wiha axivî: "Hemû hevalên ku keda wan tev vebûna vê navendê bûne pîroz dikim. Daxwaza min ew e ku ev navend ji xort û zarên me yê Hakkariyê re xizmetên bi xêr bike."
Walî û yên bi pê re li navendê geriyan û piştre bilardo lîstin.