ANKARA (AA) - Ji bo salvegera damezrandina Komara Tirkiyê a 90emîn li Ankarayê merasima ewil li Anitqabîrê hat lidarxistin.
Heyeta dewletê bi serokatiya Serokomar Abdullah Gul bi meşê çûne cem mozoleya Mustafa Kemal Atatirk.
Serokomar Gul piştî ku çeleng danî ser mozoleyê sekna rêzgirtinê hat kirin û Sirûda Îstîklalê hat xwendin.
Serokomar Gul û heyeta dewletê piştre derbasî Qûleya Mîsaqa Millî bûn.
Serokomar Gul di Deftera Taybet a Anitqabîrê de wiha nivîsand:
"Ji bo ku Komarê gelê me beşdarî rêvebirtiyê kiriye, em salvegera damezrandina Komarê ya 90emîn bi kelecaneke mezin pîroz dikin. Miletê me yê ku di pêşengiya we de destana xelasbûnê nivîsiye, ji bo ku Tirkiyeyê derxe asta medeniyetên miasir, bi vîneke hêzdar û biryardar dimeşe.
Ji bilî Serokomar Gul Serokê TBMMê Cemîl Çîçek, Serokwezîr Receb Tayyîb Erdogan, Serokê Dadgeha Makezagonê Haşîm Kiliç û heyeta dewletê beşdarî merasimê bûn.