13 Adar 2016•Rojanekirin: 13 Adar 2016
ANKARA
Li Hekariyê di operasyona li hember endamên rêxistina terorê PKKê de 11 terorîstên ku çal dikolan, hatin kuştin.
Sererkaniyê li ser malpera înternetê der barê bûyerên girîng ên navxweyî de agahî da.
Li gor vê agahiyê hat gotin ku li Mêrdînê şikbarekî ku alîkariya rêxistina terorê dikir, hat girtin.
Li Hekariyê jî di operasyona li hember endamên rêxistina terorê PKKê de 11 terorîstên ku çal dikolan, hatin kuştin. Di lêgerînê de 5 keleş hatin bidestxistin.
Li Hekarî û Şirnexê 4 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin jî hatin îmhakirin.