13 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê piştî ku li Cadeya Gazî, tevahiya Taxa Cevatpaşa, çar kolanên taxa Dabanogluyê qedexeya derketina derva bi dawî bû, esnafê navçeyê gelekî şa bûn ku dê kargehên xwe vekin.
Di operasyona ku bi armanca cîbicîkirina pergala qamûyê, rakirina barîqatên terorîstên PKKyî, tijekirina çalan û îmhakirina teqemeniyên xumalî va hat lidarxistin da seba ewlekariya can û malê xelkê li taxa Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û cadeya Gaziyê qedexeya derketina derva dihat meşandin. Ev qedexe îro ji saet 08.00an şûn da li hin deran bi dawî bû.
Qaymeqamtiya Sûrê piştî ku ewlekarî û pergala qamûyê hat cîbicîkirin û şûnda qedexeya li ser cadeya Gaziyê, tevahiya taxa Cevatpaşayê, kolana Marangoz, Mîras, Suleyman Nazîf û Varol ên taxa Dabanoglu rakir. Li ser vê, esnafê cadeya Gaziyê hatin, kargehên xwe paqij kirin û dû re vekirin.
Hin welatiyên ku ketine tatêla xaniyên xwe hatin navçeyê û hinekan jî ji malên xwe eşya derxistin û birin.
Piştî ku li ser kolana Gaziyê noqteyên ewlekariyê hatin rakirin û şûnda ekîbên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê jî li ser kolanê paqijî kirin. TOMAyên ku li deverê peywirdar in, seba ku xwelî û xubar ranebe, kolan şil kirin.
- "Ez bi coş ji malê derketim"
Piştî ku qedexeya derketina derva rabû, Aslan Îlhan pêra pêra revî û hat dermanxaneya ku lê dixebite. Îlhan diyar kir ku ev 104 roj in, wan kargeha xwe venekiriye.
Îlhan destnîşan kir ku ew heroj tên ber Mizgefta Mezin û bi bendewarî disekinin û wiha xeberda, "Ez karker im, dema ku ev der jî hat girtin, min ji xwe ra kar nedît. Herwisa ez di kirê da dimînim û di vê pêvajoyê da destê min jî teng bû. Psîkoljiya me jî xera bû. Dema ku min bihîst kolan vebûye, bêyî ku taştê bikim, ez bi coş revîm. Hatim kargeha xwe. Vêga paqijiyê dikim. Ez vî pir xweşa min diçe. Înşallah ev bûyer dê dubare nebin."
Esnafê kolana Gaziyê Huseyîn Akdag jî destnîşan kir ku zêdetirî sed rojî ye ku wan kargeha xwe venekir û heya niha vala ma.
Akdag diyar kir ku ew bi sebr li benda roja vekirina kargehê bûn û rabûna qedexeyê ji bo wan kêfxweşî ye û wiha pê da çû:
"Ez serê sibehê hatim, min paqijî kir û kargeh vekir. Em hemû însan in, bira ne, misilman in. Bira hizûr hebe, însan werin."